image

PeyamaKurd – Li Başûrê Kurdistanê li navçeya Xaneqînê li bajarokê Seîdiye nêzê Gol a Hemrînê kesekî di asta bilind de yê IŞİD ê hat kuştin. Berdevkê rêvebiriya asayîşa bajarê Diyala Nîhad Mihemed bo BasNewsê ragihandiye ku terorîstê IŞİD ê yê di asta bilind de nêzê Gol a Hemrînê di wextê seherê de hatiye kuştin.

Berdevkê asayîşê ragihandiye ku terorîstê IŞİD ê ji aliyê hêzên li dijî terorê yên Iraqê de hatiye kuştin û navê wî Ebû Seîd Emîn e.

Berdevk Nîhad Mihemed di encamê de ragihandiye ku temamê planên êrîşên terorîstî yên li navçeyên Seîdiye û Gulale ji aliyê Ebû Seîd Emîn de hatine çêkirin.