image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê balyoz û nûnerên 123 welatên cîhanê ji bo beşdarî Newrozê û rojên taybet ên meha Adarê bibin, têne paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.

Hat zanîn ku îro 18ê Adarê, balyozên 40 welatan û nûnerên 83 welatên din ji bo beşdariya boneyên meha Adarê û Newrozê bibin bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê têne Kurdistanê.

Wê nûner û balyozên welatan, ji bo firavînê mêvanê Serok Mesûd Barzanî bin û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve jî şîva êvarê ji bo wan bê dayîn.