image

PeyamaKurd – Ji ber erdheja 6ê Sibatê ya Bakurê Kurdistanê ku navenda wê Mereş e û bi tundiya pileyên 7,4 û 7,7 rû daye, li Sûriyê jî ziyaneke mezin a canî çêbûye ku li gorî amarên dawî hejmara mirinan gihîştiye nêzî 2 hezaran û gihandina alîkariyan jî gelekî zehmet e.

'Herêma felaketê ye, siyasetê deynin aliyekî'

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jens Laerke li Cenevreyê di civîneke rojnamevanî de bangewaziya gihandina alîkariyan bo bajarên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir û diyar kir: ‘Ew der herêma felaketê ye. Divê ji bo alîkariya mexdurên erdhejê siyasetê deynin aliyekî. Di nav 7 rojan de jî afatzade dikarin bên rizgarkirin. Lewma pêwîste bilez tevbigerin.”

'Divê Rûsya û aktorên navdewletî ji bo alîkariyan fişarê li rejîma Esed bikin'

Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock jî bang li Rûsyayê kir ku ligel rêveberiya Sûriyê ya Şamê rê li ber alîkariyên mirovî vekin.

Baerbock, di civîna rojnamevanî ya ligel hemkarê xwe yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan de wiha axivî: “Di serî de Rusya pêwîste hemû aktorên navdewletî fişarê li ser rejîma Sûriyê bikin û alîkariyê bo mexdûran dabîn bikin. Ya girîng ew e ku çekan deynin aliyekî û hemû hewlên xwe ji bo alîkariyên mirovî û mexdûran bidin.”

Bîlançoya erdhejê ya  dawî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê:

  • Li gorî daxuyanên fermî yên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yên îro Sêşemê heta niha li bajarên Heleb, Hema, Lazîqiyê, Tartûs û gundewarên Idlibê 769 kesan jiyana xwe ji dest daye, hezar û 448 kes jî birîndar bûne.
  • Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ragihandiye ku ji ber erdhejê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û 57 kes jî birîndar bûne.
  • Li gorî bîlançoyên ji herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de derketine jî, 733 kesan jiyana xwe ji daye û zêdetirî 2 hezar û 100 kes birîndar bûne.