image

PeyamaKurd- Rojname ya New York Timesê ragihand ku plana Amerîka heye da bo çêkirina sîlihên nukleerî, nukleer reaktoran bifroşe Erebistana Si’ûdiyê. Xeber bi navê Nicholas Kristof hat belavkirin û tê de dibêje ku şêwrimendê Trump û hem zavayê wî Jared Kushner dema Erebistanê ziyaret kir, dibe ku bi prens Muhammed Bîn Selman re bernama nukleerî û alîkariya Amerîkayê pê re axifî be.

Di nûçeyê de tê gotin ku bi sedema mulkeka (emlaq) biha, îşê Jared Kushner û malbata wî ku karê firotina emlaqê dikin, ketibû talûkê lê di tebaxa sala borî de rêvebiriya Brookfiledê ku bi karê reaktoran bilî dibe û dixwaze nukleer reaktoran bifroşe Erebistanê, bo emlaqa bi navê Manhattan 666 Fifth Avenue 1.1 mîlyar dolar pere daye malbata Jared Kushner û malbatê ji zerarê xelas kiriye.

Fikra firotina santralan ji aliyê gûbek Amerîkayiyên netewaperest ve hatiye gotin ku di nava wan de şêwirmendê berê yê Trump Michael Flynn jî heye, berê xwestine 40 santral bên çêkirin lê niha tenê wê du santralan çêbikin.