image

PeyamaKurd Otobuseke xwendekaran û otomobîleke serbazî, li ser rêya di navbera Komelgeha Xanesor û nahiyeya Sinûnê de li sînorê qezaya Şingalê, li hev qelibîn û di encamê de, 2 kesan dan û 4 kes bi giranî, 32 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor Rêveberê Nahyeya Sinûnê Xudêda Çukê do Yekşemê 16ê Çileya 2022an diyar kiriye, zêdeyî 30 xwendekar di otobusê de bûn û ew xwendekarên zimanê Kurdî bûn û rojane ji Xanesorê ve diçin Sinûnê.

Li gor zanyariyan, di wê bûyera trafîkê de 34 xwendekar birîndar bûne ku ji bo Nexweşxaneya Ibin Sîna ya Mûsilê hatibûne veguhastin, lê şeş ji wan birînên wan giran bûne ku du ji wan li nexweşxaneyê can dane.

Navê yek ji wan kesên can dane Leys Dexîl Elî û yê din jî Sebrî Kican Ferman Sîdo ye.

Hat eşkerekirin, 4 kesên din ku birînên wan giran in, li heman nexweşxaneyê di bin çavdêriya hûr a pizîşkan de ne û rewşa 28 birîndarên din niha baş e.