image

PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Robert Palladino, îro Yekşemê di civîne rojnamevanî de ragihand ku berhemên çandiniyê yên Kurdistanê pir baş in û Amerîka jî piştevaniya sektora çandiniya Kurdistanê dike.

Robert Palladino got, heger sektora taybet baş be, dikare bibe sedema geşbûn û pêşketina Kurdistanê û li ser çandinî û berhemên navxwe yê Kurdistanê wiha axivî:

“Çandinî ji bo asayişa xurakê pir girîng e, ji ber wê jî çandinî çiqasd baş bibe ew qas derfeta pêşketinê heye.”

Konsulê Giştî yê Amerîkayê diyar kir, “Berhemên çandiniya Kurdistanê pir baş in û bi kalîte ne. Em pir kêfxweş dibin dema dibînin xelkê Kurdistanê berhemên navxwe dikirin.”

Herwiha Palladino anî ziman, Amerîka piştevaniya sektora çandiniya Kurdistanê dike û çandinî motora pêşketina aboriya Kurdistanê ye.