image

PeyamaKurd – Parêzgariya bajarê Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, Zozanên Şênê li Diyarbekiriyan qedexe kir.

Parêzgariyê wekî sedem dagirkirina koçeran a herêmê nîşan da û ragihan, ew dê bi rêya destwerdana cenderme bêne derxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev biryar piştî biryara di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de 20ê Adarê hatibû weşandin û herêma Zozanên Şênê ya girêdayî navçeya Pasûra Diyarbekirê, bi bajarê Mûşê ve hatibû girêdan hatiye dayîn.

Parêzgariya Mûşê 11ê Hezîranê ragihandiye ku zozanên li herêma Şênê, li gundî û koçerên di nav sînorên Diyarbekirê de dimînin re hatiye qedexekirin â piştî wê biryarê jî bi destwerdana cendermeyan koçer ji heremê hatine derxistin.

Baroya Diyarbekirê li ser mijarê lêkolîn daye destpêkirin û diyar kir ku derxistina koçerên herêmê ji zozanên Şênê bi rêya cendermeyan û biryara parêzgariyê piştrast bûye.