
PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên partiyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ve hat ragihandin ku îro bi fermî bûne yek û yekgirtina xwe ji bo raya giştî ya Kurd ragihandine.
Ji aliyê yek ji endamên Komîteya Yekgirtina Komeleyan ve hat ragihandin ku merasîma yekgirtina van partiyên Rojhilatê Kurdistanê, îro li paytexta Swêdê ya Stockholmê çêbûye û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, bi awayekî fermî yekgirtina xwe ragihandine.
Hat eşkerekirin ku Sekreterê Giştî yê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Ebdullah Muhtedî, di merasimê de gotiye ku
“Piştî sal û nîvek ji hewildanên berfireh, îro em yekgirtina herdu komeleyan radigihînin.”
Di agahiyên hatin parvekirin de hat eşkrekirin ku dê navê Komeleyê bibe Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û di rojên bên de dê di derbarê hêman û navendên din ên partiyê de biryara dawî were dayîn.