image

PeyamaKurd – Pasdarên Îranê li parêzgehên Ûrmiye û Kirmaşanê yên Rojhilatê Kurdistanê, 5 kolberên Kurd birîndar kirin.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, pêr li devera Mirgever ya Ûrmiyê pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan. Di wê êrîşê de kolberekî Kurd bi navê Nîhad Mihemedpûr birîndar bû.

Herwiha, heman rojê li nahiya Newsûd ya Kirmaşanê jî pasdaran komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî zanyariyan, di wê êrîşê de 4 kolber birîndar bûn. Kolberên ku birîndar bûne, ev in: Pûriya Weysî, Feryad Weysî, Mîlad Ehmedî û Îhsan.