
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Pasdarên Îranê, li gundê Zile yê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, êrîşî komeke kolberan kir.
Li gorî ragihandina çavkaniyan, di encama êrîşê de kolberek birîndar bû û piştî ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Hat zanîn ku kolberê hatiye kuştin, navê wî Hoşyar Hesen Zadeî ye û 20 salî bûye.
Li gorî amarên rêxistinên mafên mirovan, di nava 10 salên borî de piraniya wan di encama êrîşên pasdarên Îranê de, bi giştî hezar û 795 kolberan can dane.