image

PeyamaKurd - Tê gotin ku YNKê tenê ji bona wergirtina posta parêzgariya Kerkûkê, her nermahiyek li hember Tirkmen û Erebên Kerkûkê nîşan daye.

Li gorî agahiyên, kurê mezin ê Mam Celal ku yek ji endamên koma xiyaneta 16ê Cotmehê Pavil Talebanî, ku ev demek e wek serokê YNKê tevdigere, gelek caran bi Ereb û Tirkmenên Kerkûkê re li ser mijara destnîşankirina parêzgarê nû yê Kerkûkê hevdîtin kiriye.

Li gorî wan agahiyan, Pavil di wan civîn û hevdîtinan de her nermahiyek li hember Ereb û Tirkmenan nîşan daye tenê ji bo ku parêzgarê nû yê Kerkûkê endamê YNKê be.

Berpirsê liqa PDKê li Kerkûkê, Kawe Ehmed ji BasNewsê re axivî û got, koma xiyaneta 16ê Cotmehê bi taybet Pavil û Lahor û Aso Mamend dixwazin kesekî nêzîkî xwe bikin parêzgarê Kerkûkê.

Kawe Ehmed her wiha got, Ereb û Tirkmenan ji şanda YNKê re gotine ku ew qebûl nakin parêzgarê nû mîna yên berê bi desthilat be û divê desthilata wî kêm bibe. Parêzgar her biryara ku da divê cîgirê wî jî razî bibe, serokê encumena parêzgehê jî bihêz be. Bi vî rengî dixwazin parêzgarekî lawaz daynin, vêca kî dibe bila bibe.