image

PeyamaKurd – Endamê polîtburoya PDK ê û hem wezîrê karên derve yê berê yê Iraqê Hoşyar Zêbarî behsa êrîşên ku tên kirin ser Herêma Kurdistanê yên li ser sehayên xaz û petrolê kir û got armanca wan ew e ku Herêma Kurdistanê li ber êrîşên wan serî deyne. Zêbarî di ser hesabê xwe yê medya civakî Facebookê de daxwuyanî da. Zêbarî got ku hêzên mîlîs yên Bexdayê li Silêmanî û Hewlêrê bê ferq û meylê bixin nav êrîşên xwe kirine. Zêbarî weha got:

“Berê li Hewlêrê û li Xebatê êrîş kirin ser seha xaz û petrolê ya Kar ê û paşî êrîşê ser seha Kor Morê ya nahiya Qadir Kerenê ya bi ser Silêmaniyê kirin. Ev mînakekî basît ya rast e. Hêzên mîlîs yên Bexdayê ferqê naxin navbera her dû bajaran û armanca wan ya dawiyê ew e ku Herêma Kurdistanê li ber wan serî deyne.”