image

PeyamaKurd- Rêvebiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê vê sibehê di bin serokatiya Serok Barzanî de civînek pêk anî. Di civînê de biryara hilbijartinê û gelek biryarên dî jî hatin standin.

Li gorî biryarê, hilbijartin wê di wextê xwe de (30ê Êlûnê) bêne kirin. Bi vî rengî xebatên hilbijartinê hatin destpêkirin.

Berdevkê PDKê Mahmûd Mihemed piştî civînê ji çapemeniyê re daxuyaniyek da û wiha got: Me gelek biryar standin û em bawer dikin ku divê hilbijartin di wextê xwe de werin kirin. Bi partiyên dî re jî em ê vê mijarê biaxivin.

Mihemed wiha berdewam kir: Ji bo avakirina hikûmeta Iraqê, şandeya ku wê here Bexdayê jî hate sererastkirin.