
PeyamaKurd - Piştî civîna şanda bilind a Tevgera Goran bi Mekteba Sîyasî ya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) re, berdevkên herdu partiyan Mehmûd Mihemed û Derbaz Mihemed, ji medya Kurdistanê re naveroka civînê eşkera kirin.
Herdu aliyan jî tekez kir ku hemû alî piştîvanîyê li hebûn û bihêzkirina sîyasî ya Herêma Kurdistanê û pêvajoya çaksazîyê ya hikûmetê dikin.
Berdevkê Goranê Derbaz Mehemed got: “Divê her çiqas nakokî di navbera PDK û YNKê de hebvin jî divê çaksazî bê kirin. Em piştîvanîya hikumetê dikin, daku yasaya çaksazîyê bê bicîkirin. Me li gel PDKê li ser pirsê gotûbêj kir.”
Berdevkê Goranê diyar kir: “Heta ku Herêma Kurdistanê bihêz be, çareserîya tekane ew e ku helwesta navxweyî bibe yek, daku bikarin arîşeyan çareser bikin. Niha pêwîst e em piştîvanîya hikumeta xwe bikin û heke em piştîvanîya hikumetê nekin, hikumet nikare erkê bicih bike.”
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed jî got: “Renge rewşa pêwîst bo rêxistin û rê vekirina rêza navxweyî hebe, em jî hewleke cidî bo vê pirsê didin.”
Mehmûd Mihemed destnîşan kir: “Çaksazî di dema xwe ya destnîşankirî de divê were bicîkirin û bila ew yasa bê cîbicîkirin, wê çaxê jî dê xuya bibe ka kî dijî çaksazîyê ye û kî piştevan e. Niha me û Goranê tekez kir li ser wê yekê ku piştîvanîya wê projeyê dê bikin.”