image

PeyamaKurd- Her du polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo pêkanîna hikûmeta nû û pirsên Kerkûk û Bexdayê li Hewlêrê dicivin.

Li gor zanyariyên berdest her du şandên Polîtburoya PDK û YNKê gihîştin baregeha Polîtburoya YNKê li Hewlêrê û her du alî pêkanîna hikûmeta nû û pirsên Kerkûk û Bexdayê li Hewlêrê gotûbêj dikin.

Piştî civînê daxuyaniyeke hevpar hate belavkirin ku tê de hat gotin, “Di hevdîtinê de, proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û astengiyên li pêş proseya siyasî hatin guftûgokirin û tekezî li karê cidî û berdewamiya rêkeftina her du aliyan bo damezrandin û bihêzkirina sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê hat kirin, ew jî bi liberçavgirtina berjewendiyên gelê Kurdistanê û giyanê birayetiyê û hest bi berpirsatiya hemû aliyan, bi cureyekê ku di asta daxwaza welatiyên Herêma Kurdistanê de be.”