image

Peyamakurd – Hat ragihandin ku şeva borî hêzeke artêşa Iraqê li qezaya Xurmatuyê bi ser sengerên Pêşmerge de hatiye û daxwaz ji Pêşmerge kiriye ku wê deverê radestî wan bike, lê hêza Pêşmerge ew daxwaza artêşa Iraqê red kiriye û cihê xwe vala nekiriye.

Li gorî nûçeya K24ê çavkaniyeke ewlehiyê eşkere kiriye, şeva borî li qezaya Xurmatuyê hêzeke artêşa Iraqê bi tank û zirîpoşan bi ser sengerên Pêşmerge de hatiye û daxwaz ji Pêşmerge kiriye ku rêbenda Xirwelî radestî wan bike, lê Pêşmerge ew daxwaza artêşa Iraqê red kir û ji wê hêzê re got, ew ji sala 2003yan ve li wê rêbendê ne û bi ti awayekî jê dernakevin.

Hat diyarkirin, li ser vê pirsê û rewşa ewlehiya wê deverê, îro şandeke Pêşmerge û artêşa Iraqê civiyan û fermandarên Pêşmerge di civînê de tekezî li ser mana li wê rêbendê kirin.

Li gorî zanyariyan, di wê civînê de her du aliyan guftûgo li ser dagirtina valahiya ewlehiyê ya li wan navçeyan kir ku di çend rojên borî de ji wan navçeyan êrîş li dijî kêlgeha gazê ya Koromor hatibûn kirin.