image

PeyamaKurd – Cara sêyeme ku bi roketan li seha Kor Morê ya xazê dixin lê heya niha li ser êrîşên fuzeyî ti pêngavekî ji aliyê artêşa Iraqê de nehatiye avêtin. Îro car din bi roketa Katyûşayê li seha xazê ya Kor Morê xistin lê fuze ket nêzî sehayê û di encamê de ti zerara maddî an canî çênebû.

Li ser bûyerê, artêşa Iraqê xwest derbasî seha xazê bibe lê hêzên Pêşmerge îznê nedan artêşa Iraqê ku here ciyê bûyerê. Goya li ser bûyerê fermandarê artêşa Iraqê yê ku li Herêma Kurdistanê nûnertiya operasyonên hevbeş dike  tumgeneral Abdulxaliq Talat, ji bo Rûdawê ragihandiye ku piştî êrîş li navça Çemçemalê li nahiya Qadir Qaramî li seha Kor Morê çêbûye, dest bi operasyonê kirine. Talat weha got:

“Artêşa Iraqê, bê bi Pêşmerge re koordînasyonê bike dest bi operasyonê kiriye. Bi armanca seha Kor Morê kontrol bikin em hatin. Dema em gihan sînorê Pêşmerge, nehiştin em bikevin nav sînorê Herêma Kurdistanê ji ber dever di bin kontrola tûxaya Pêşmerge ya 16 em de ye. Operasyon bê pirsgirêk bi dawî bû.”

Şîrketa Dana Das ya Îmaratan û şîrketa Hîlalê ya petrolê di seha Kor Mor ê de hilberîna xazê dikin û li navça  Çemçemalê ya bi ser Silêmaniyê ve ye. Di 3 rojên dawiyê de ev cara sêyeme ku bi roketan li sehayê dixin.