
PeyamaKurd- Duh nîvê şevê çeteyên IŞÎDê êrîşî gundên Kurdan yên Xaneqînê yên bi navê, Aşokan û Gilabatê kirin. Di demeke kin de hêzên pêşmergeyan derbasî herêmê bûn û çeteyên IŞÎDê ji herêmê kirin der.
Li gorî agahiyan IŞÎDê duh nîvê şevê êrîşeke mezin bire ser gundên Kurdan yên Xaneqînê yên bi navê, Aşokan û Gilabatê. IŞÎDê top û çekên giran di êrîşê de bi kar anîn.
Piştî demeke kin hêzên pêşmergeyan derbasî herêmê bûn. Ehlê herêmê jî bi pêşmergeyan re li dijî IŞÎDê sekinîn û şer kirin. Di şer de tenê sivîlek birîndar bû.
Piştî 16ê Cotmehê herêmên ku ji destê Kurdistanê derketine, heta îro di bin tehdîda IŞÎDê de ne. Ji wê rojê û pê de IŞÎDê êrîşên xwe zêde kirin.