image

PeyamaKurd – Di navbera pêşmergeyên Partiya Komeleya Zehmetkêşanên Kurdistanê ya Rojhilatê Kurdistanê de, ku hîn sedema wê nehatiye zanîn pevçûnek rû daye û pêşmergeyek hat kuştin.

Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê ku baregehên wê li Başûrê Kurdistanê ne ragihand, şeva borî di navbera pêşmergeyên wan de şer derketiye û pêşmergeyekî bi navê Arwîn Eslanî jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye.

Hat diyarkirin ku pevçûn li çiyayên Dola Rustê ya Balakayetî di navbera hêzên komeleya Zehmetkêşan de derketiye.

Berpirsê Pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Osman Xelîl ragihandiye ku ew hîn negihiştine cihê bûyerê û sedema derketina şer nizanin.

Osman Xelîl gotiye, li gor zanyariyên wan, kesekî teqe kiriye û bi wê sedemê kesekî jiyana xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye.

Komeleya Zehmetkêşan daye xuyakirin ku ew ê piştre agahiyên zêdetir li ser sedemên wê pevçûnê ji raya giştî re ragihînin.