
PeyamaKurd – Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) axivî û got, "Hîn jî serweriya Iraqê tê binpêkirin, bombebaran û topbarana zêde dibe sedema tevlihevî, alozî û mirina sivîlan."
Plasschaert di axaftina xwe ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de bal kişand ser teqînên li ser sînorên Iraqê û wiha got:
“Hîn jî serweriya Iraqê tê binpêkirin, bombebaran û topbaran zêdetir dibe sedema tevlihevî, alozî û mirina sivîlan. Dema ku cîranek di xetereyê de ye, hin prosedurên ku divê welat bişopînin hene."
"Civîna PDK û YNKê hêvîder e"
Plasschaert di daxuyaniya xwe de amaje bi nakokiyên navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî kir û got, “Mixabin nakokî û dubendî di navbera aliyên desthilatdar ên Herêma Kurdistanê de berdewam in. Divê di mijarên curbecur ên darayî, îdarî, ewlehî û hilbijartinê de hinek tawîz bên dayîn û di vê mijarê de dem neyê wendakirin.
Nûnera Netewên Yekgirtî di daxuyaniyên xwe de ragihand, ku civîna navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) hinekî hêvîdar bû û tekez jî li ser wê yekê kir, ku rewşa navborî hîn aloz e.
"Iraq hewcedarî reformên aborî û darayî yên rastîn e"
Plasschaert balkişand li ser wê yekê ku divê danûstandina nêrînan di navbera aliyan de berdewam be da ku rêkeftinên di navbera aliyan de, bi taybetî budceya sala 2023-an, derbarê pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê de, encamên berçav derbikevin, Plasschaert got, pirsgirêkên li Iraqê xwedî dîrokeke dîrokî ne. Hikûmet dikare van pirsgirêkan bi tena serê xwe çareser bike û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan dem lazim e.
Ji bilî vê Plasschaert da zanîn, “Pêdiviya Iraqê bi reformên aborî û darayî yên rastîn heye.” Wê got: "Di van sê mehên ku hikûmeta nû li Iraqê dest bi kar kiriye, me îradeyek rast dît ji bo şerê li dijî gendelî, çaksazî, xizmetguzarî û bêkariyê."
"Bombe dibin sedema mirina sivîlan"
Nûnerê Netewên Yekbûyî bal kişand ku di nirxandinên xwe de serweriya Iraqê hatiye binpêkirin û wiha got:
“Hîn jî serweriya Iraqê tê binpêkirin, bombebaran û topbaran zêdetir dibe sedema tevlihevî, alozî û mirina sivîlan. Hin prosedur hene ku divê welat bişopînin dema cîranek di xetereyê de be."