image

PeyamaKurd - Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman bal kişand ser peyamên pîrozkirinê yên Şêwîrmendê Asayîşa Netewî yê Amerîkayê John Bolton û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bo seroktiya Nêçîrvan Barzanî û got, ev belgeya wê giringîdanê ye.

Beyan Samî Ebdulrehman ji BasNewsê re daye xuyakirin, beşdarbûna hejmarek mezin a diplomat û rêveberên cîhanê li merasîma sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nîşan dide ku Kurdistan qonaxeke baş pêş de çûye û li ser asta cîhanê jî kariye dubare bibe navendeke girîng.

Ebdulrehman diyer dike, ew qonaxa li herêma Kurdistanê birêve diçe gelek girîng e û Amerîka jî bi girîngî ve lê dinêre û pîrozbahiya Şêwîrmendê Asayîşa Netewî yê Amerîkayê John Bolton û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bo seroktiya Nêçîrvan Barzanî belgeya wê giringîpêdanê ye.