image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê li ser hilbijartina desteya serokatiya encûmena nûneran di nav vê hefteyê de, tê çaverêkirin Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomarê nû yê Iraqê bicive.

Parlamenterê PDKê yê di parlamena Iraqê de Sebah Subhî da xuyakirin ku ji bo biryardana li ser vexwendina parlamenteran a civîna hilbijartina serokomarê Iraqê bendewarî li biryara dadgeha federal tê kirin û got: “Roja çarşema vê heftiyê divê dadgeha federal biryarê li ser doza wan du parlamenteran bide, ku li ser hilbijartina desteya serokatiya Parlamentoya Iraqê doz vekiribûn, em li benda du egeran in, eger biryara dadgehê hilweşandina encamê be, wê demê dê parlamenter bên vexwendin ji bo civîna parlamentoyê û helbijartina serokatiya encûmena nûneran dê pêk bê.”

Parlamentarê PDKê diyar kir, eger biryara dadgeha federal, yasayîbûna hilbijartina desteya serokatiyê be wê demê rêveçûna destûrî ya hilbijartina serokomar destpê dike û li gorî destûra Iraqê roja 9ê Sibata 2022yan dema hilbijartina serokomarê Iraqê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokomarê niha Behrem Salih û Endamê Polîtbûroya PDKê Hoşyar Zêbarî jî namzediya xwe ya bo serokomariyê ragihandine.