
PeyamaKurd - Hevserokê KCKê Cemîl Bayik, daxwaz ji PDKê kir ku li ser gotinên Nêçîrvan Barzanî îzahatê bide.
Cemîl Bayik, bo medyaya PKKê axivî û diyar kir ku PKKê axa Kurdistanê dagir nekiriye, berevajiyê wê destkeftên Kurdistanê diparêze.
Herwiha Bayik kişand ser pesnê Serok Barzanî yê li ser gerîllayên PKKê û got eger ewan Mexmûr, Şengal û Hewlêr û Kerkûk neparastiba Serok Barzanî jî pesnê wan nedida.
Bayik îdîa kir ku gotinên Nêçîrvan Barzanî xizmetê ji milletê Kurd re nake û divê PDKê daxuyaniyê li ser van gotinan bide ka qebûl dike yan na.