
PeyamaKurd – PKKê biryara rawestandina çalakiyan a piştî erdhejên 6ê Sibatê ragihandibû, heta hilbijartinan dirêj kir
Li gor Hevseroka Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat ji televîzyona partiya xwe re axivî û diyar kir: “Pêvajoya hilbijartinê gelek girîng e û me jî xwest di demeke wiha de hizreka nû li ser biryara xwe ya rawestandina çalakiyan bikin. Ev hilbijartin ji bo gelê me, ji bo gelên Tirkiyê girîng e û rastiyeke diyar heye ku hilbijartineke dîrokî ye. Lewma me jî qedir da vê girîngiyê û biryar da ku biryara xwe ya bêçalakiyê dirêj bikin.”
Besê Hozat eşkere kir, ew ê piştî hilbijartinan nirxandineke nû li ser rewşê û biryara xwe bikin.
Hevseroka KCKê da zanîn, ji dema wergirtina biryara rawestandina çalakiyan û vir ve artêşa Tirkiyê êrîşên xwe zêde kirine û çekên kîmyewî û çekên qedexekirî bi kar tînin. Li hemberî van êrîşan, wê bersiva wan hebe, lê belê di vê pêvajoya hilbijartinê de divê yekîneyên wan ên leşkerî bi ti awayî çalakiyan nekin.