image

Peyamakurd - Hat ragihandin ku îro 10ê Mijdarê piştî merasîma yadkirina roja mirina damezirînerê Komara Tirkiyeyê Ataturk balafireke bêmirov li hewşa parêzgariya Şirnexê ketiye.

Li gor jêderên medyayî 10 balafirên maketî yên bêmirov ku bombe di wan de hatine sazkirin, li herêmên leşkerî yên Şirnexê ketine.

Li gor zanyariyên medya tirk, balafirên bêmirov hewla êrîşê ya PKKê ye û hêzên ewlekariyê ew balafirên bombe lêkirî pûç kirine.