image

PeyamaKurd - Operasyona Idlibê karvedaneke mezin li ser rewşa Efrînê û Rojavayê Kurdistanê jî kiriye. Li gor Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Tirkiye hewl dide çekdaran ji Idlibê derbixîne û li Efrînê bi cih bike.

Hevserokê PYD Şahoz Hesen di hevdîtineke rojnamevanî de ragihand ku bandora opersayona Idlibê dê li ser Rojava û tevahiya Sûriyê hebe û kesên ku tirsa xwe tînin ziman derbarê pêkanîna komkujiyekê li Idlibê, çima derbarê komkujiyên li Efrînê bêdeng man.

Şahoz Hesen got ku parêzgeha Idlibê gelekî girîng e û operasyona Idlibê dikare bibe çareseriyek ji krîza Sûriyê re û girêdenek navbera Idlib û Efrînî heye û Tirkiyê dixwaze bi rêya operasyona Idlibê, çekdaran li Efrînê û Izaz û Cerablusê bi cih bike.

Hevserokê PYD got ku mijara Efrînê, mijara hebûn û nebûna wan e û ew dest ji Efrînê bernadin û tekez kir ku divê çekdarên ku Tirkiyê derbasî Efrînê kirine, derkevin.