image

PeyamaKurd – Di demeka nêz ya borîde serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Qatarê li payîtext Dohayê bi emirê Qatarê Şêx Temim bin Hamed Al Sani re hevdîtinekî pêkanîbû. Di nav axaftina her dû terefan de mijara vekirina konsulxanê ya Qatarê li Hewlêrê hebû.

Encumena wezîran ya Iraqê li ser bingeha peymana Viyanayê îznê da ku Qatar li Hewlêrê konsulxaneya xwe veke. Piştî civîna encumena wezîran ya ya Iraqê vekirina konsulxanê li Hewlêrê erê kir. Vekirina konsulxaneyan û karên dîplomasiyê li seranserê dinyayê di ser peymana Viyana de dimeşe.