image

PeyamaKurd – Meslahatguzarê Amerîkayê li Îraqê Joey Hood ragihand ku ji bo ji nû ve avakirina Şingalê bi milyonan dolar amade kirine lê ji ber pirsgirêkên rêveberî û ewlekariyê nikarin alîkariyên ku ji bo wir hatine terxankirin bihên hinartin.

Joey Hood, “em piştgiriyê didin hewildanên Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê’ yên di derbarê çareseriya pirsa Şingalê.”

Hood da xuyakirin ku ji bo çareserkirina rewşa Şingalê bi milyonan dolar hatine terxankirin lê bêyî ku rewşa siyasî were çareserkirin lê heta ku rewşa Şingalê ya rêveberiyê neyê çareserkirin nabe ku mûçeya ku ji bo Şingalê hatiye terxankirin bihê şandin.

Ji aliyê din ve, Meslahatguzarê Amerîkayê li Îraqê Joey Hood dibêje, Pasdarayên Supaya Îranê ku wan weke hêzeke terorê qebûl dikin, bi moşekan êrişî Şingalê dikin. Ji bo ku hewildanên wiha li seranserê Îraqê belav nebin, hewildanên pêwist dikin.