image

PeyamaKurd -  Wezîrê karên hundir yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed got ku bo parastina hemwelatiyan ji pandemiyê pêwsit be, wê derketina kolanan qedexe bikin.

Çend hefteye ku li Herêma Kurdistanê jimara mirin û pêketiyên Kovid-19 ê gelkî zêde bûye. Rêber Ahmed got ku di hefteya pêşiyê de, dê hemû terefên ku têkildarê mijarê ne, dê civîna bilind ya heyeta Koronayê de bicivin û li gor pêşniyarên wezareta tenduristiyê gelek biryaran bidin. Wezîr Ahmed weha got:

“Esas berpirsiyarî dikeve ser milên hemwelatiyan. Eger hemwelatî maske bidin ber devê xwe, li gor ûsûla parastina ji koronayê tevbigerin û mesafeya navbera xwe biparêzin, dê jimareya pêketiyan kêm bibe û jiyana xelkê normal bibe.

Eger hemwelatî xwe neparêzin û tedbîrên xwe nebînin, em ê ji mecbûrî tedbîran bistînin û di nav tedbîran de ragihandina qedexeya derketina kolanan jî heye.”