
PeyamaKurd – Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo karûbarên madeya 140 Rêbwar Talebanî ragihand, armanca artêşa Iraqê ku fişarê li ser cotkarên Kurd dike, Erebkirina heremên Kurdistanî ye.
Artêşa Iraqê îro li navçeya Sergeran a Kerkûkê 12 cotkarên Kurd ên ku xebatên xwe yên çandiniyê didomandin, binçav kirin. Artêşa Iraqê herî dawî ragihandibû ku li navçeya Sergeranê xebatên çandiniyê yên cotkarên Kurd qedexe kirine.
Derbarê mijarê de Serokê berê yê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê û Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên maddeya 140 Rêbwar Talebanî tekez kir, hema hema hemû hikûmetên Iraqê hewl didin bi fişaran li ser cotkarên Kurd li Kerkûkê desteser bikin.
"Dixwazin koçber bibin û axa wan dagir bikin"
Rêbwar Talebanî diyar kir, artêşa Iraqê bi zexta li ser cotkarên Kurd armanc dike ku herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Ereb bike, bi van gotinan bal kişand.
“Artêşa Iraqê dixwaze cotkarên Kurd li Kerkûkê lawaz bike. Dixwazin koçber bibin û axa wan dagir bikin. Artêşa Iraqê dixwaze axa Kurdan bigire, Kerkûkê bike Ereb û bajêr bike nasnameyeke ne Kurd.”
Erdên Kerkûkê beriya avakirina dewleta Iraqê Kurdistanê bû.” Talebanî got, hikûmet û artêşa Iraqê bi komkirina erebên îthalatî bo Kerkûkê hewl didin demografyaya bajêr biguherînin.
Di 16ê Cotmeha 2017an de bi dagîrkirina deverên Kurdistanî bi taybet Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ve, pirojeya erebkirinê bi lez ket meriyetê. Erebên ji başûrê Iraqê hatibûn li van herêman hatin bicihkirin.