image

PeyamaKurd – Ji berpirsên hikûmeta Kurdistanê hat ragihandin, ku di nav 5 rojan de zêdetirî 180 hezar geştyar serdana Kurdistanê kirine.

Li gor amarên ji Berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat bidestxistin, di nav 5 rojên borî de,  ji roja 18 vê mehê ve heta niha 181 hezar geştyar hatine Kurdistanê.

Herwiha hat ragihandin, ku par di cejna Qurbanê de 145 hezar geştyar hatibûn Kurdistanê, ev jî nîşan dide ku îsal 36 hezar kes yanê %24 zêde bûne.

Berdevkê desteya geştyariyê da zanîn, ku hatina geştyaran didome û ew ê piştî rojên tatîlê amara dawî ya geştyaran eşkere bikin.