
PeyamaKurd – Serokatiya Rewşên Lezgîn û Karesatan a Tirkiyeyê AFADê ragihand ku li gorî demjimêr 19:30 hejmara mirinên erdhejê gihîştiye 4 hezar û 544 kesan.
Midurê Giştî yê Kêmkirina Xeteriyan a AFADê Orhan Tatar, li demjimêr 19:45an eşkere kir ku heta niha 4 hezar û 544 kes di erdhejê de mirine û zêditirî 22 hezar û 286 kes jî birîndar in.
Herwiha Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî li Mereşê ragihand ku li Mereşê 941 avahî bi temamî hilweşiyane û xebatên rizgarkirinê dewam dikin.
Soylu da zanîn ku li Mereşê 600 welatî di erdhejê de can dane hatine definkirin.
Wezîrê Navxwe diyar kir ku bi Mereşê 96 tîmên rizgarkirinê ku ji 2 hezar kesan pêk tên xebatan didomînin ji bo 18 hezar cenderme, nêzî 10 hezar polîsên din jî ferman hatiye dayîn ku dest bi xebatên rizgarkirinê bikin.