image

PeyamaKurd – Xwepêşandan û protestoyên dijî rejîma Îranê, li seranserê Îran, Rojhilatê Kurdistan û Belûçistanê zêdetirî 70 roj in bênavber berdewam dikin.

Di serhildana Rojhilatê Kurdistanê de, doh 24ê Mijdarê li dehan bajar û bajarokan greva giştî birêve çû û herwiha bi şev jî xelk derketin kolanan û kuştinkariya hêzên Îranê ya xelkê sivîl protesto kirin.

Îro Înê jî li Belûçistanê ji bo piştgiriya Rojhilatê Kurdistanê, piştî nimêja Înê xwepêşandan hatin kirin ku rastî destwerdanên tund ên hêzên rejîmê hatin.

Ajansa Nûçevaniya Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê HRANAyê îro 25ê Mijdarê ragihand ku hejmara kesên ji aliyê hêzên Îranê ve dema protestoyan hatine kuştin gihîştiye 445 kesan.

Herwiha hat diyarkirin ku di nav kesên hatine qetilkirin de 63 kes jî zarok in.

HRANAyê amara binçavkiriyên serhildanê jî eşkere kir û da zanîn, 18 hezar û 170 kes hatine binçavkirin û niha tenê nasname û cihê girtina 3 hezar û 234 kesan tenê diyar bûye.

Hat gotin ku 559 xwendekarên zanîngehan jî hatine binçavkirin ji 143 zanîngehên Îranê ne.