image

PeyamaKurd – Rêxistina Aispo, Zankoya Sassarî ya Îtalî û Zankoya Duhokê, peymanek îmze kirin.

Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Parêzgeha Duhokê Dr. Efrasyab Mûsa di civîneke çapemeniyê de diyar kir: ‘‘Peyman di navbera Tenduristiya Parêzgeha Duhokê û Zankoya Duhokê de, li gel zankoya Sassari ya Îtalî hatiye îmzekirin.’’

Ew peyman ji bo sê salan e û di warê pêşvebirina şiyanên perestarî li Zankoya Duhokê de û ew kesên ji beşên perestarî xelas dikin bêhtir bên pêşvebirin ji bo karkirinê di nexwaşxaneyan de û bikarin bi awayekî hemdemî kar bikin û wê pisporên Îtalî li gel zankoya Duhokê alîkariya Tenduristiya Duhokê bikin.

Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Parêzgeha Duhokê da zanîn: ‘‘Li gor wê peymanê, wê perestar bên perwerdekirin heta  mijar jî wê bên guhertin ku li gel demê jî hemaheng bibin ku xizmeta nexwaşan di saziyên tenduristiyê de baştir bikarin bikin.’’