
PeyamaKurd - Rêya navbera Ardaxan-Ardanuçê ji ber berf û bahozê 3.5 mehe girtiye. Ji bo rê vebe xebat li Buhira Bulbulan destpêkir û divê rê ji berfê bi temamî bê paqijkirin. Tîmên rêyên bejayiyê hêj nûh karibûn xwe bi alavên rêvekirinê ve bigihînin Buhura Bulbulan.
Buhira Bulbulan ji deryayê 2.581 metre bilinde. Rêya navborî ji 03.12.2022an heya niha ji ber berfê girtiye û rêxistina rêyên bejayiyê plan kiriye ku di 3 rojan de rê ji berfê veke. Hat gotin ku li gor salên borî berfa îsal kêmtir bariyaye.