image

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê amarên rewşa vîrusa korona ya 24 saetên dawî eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya îro 15ê Cotmehê li herêmên deshilatdariya Rêveberiya Xweser, 309 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketin û 17 kes jî pê mirin.

Herwiha hat ragihandin ku di nava 24 saetan de 3 kes jî ji nexweşiyê rizgar bûne.

Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê gihîşt 31663 kesan, ji wan 2289 kes baş bûne û 1094 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.