image

PeyamaKurd – Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser êrîşa asmanî ya şeva borî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku di encama êrîşê de, 13 welatî û şervanekî wan şehîd bûne û 9 welatî jî birîndar bûne. Li aliyê din Hêzên Rizgariya Efrînê jî ragihandiye ku di êrîşa şeva borî de, 5 şervanên wan can dane û 2 welatî jî birîndar bûne. 

HSDê da xuyakirin ku herwiha 15 leşkerên artêşa Sûriyê jî di encama êrîşan de hatine kuştin.

Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk de hatiye gotin: "Dewleta Tirk a dagirker ev demek dirêj bû amadekariyên êrîşeke berfireh li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dikir. Bi taybetî provakasyona ku bi xwe xwe li Stenbolê pêk anîbûn, kirin hincet û gefên êrîşê li ser herêma me xwarin. Li ser bingehê van amadekariyan di roja 19ê Mijdarê de bi şev seat di 12:00an de êrîşeke hewayî ya berfireh û hovane pêk anîn. Di vê êrîşê de herêmên Dêrik, Dirbêsiyê, Ebû Rasên, Kobanî, Til Rifet û Şehba hatin hedefgirtin. Êrîşên hewayî heya danê sibê bi navber berdewam kir.

Di berdewamê de wiha hat gotin, “Di encama van êrîşan de li bajarê Dêrikê, li gundê Teqil Beqil komkujiyek mezin pêk hat. Li gundê Teqil Beqil di lêdana destpêkê de karmendek saziya kehrebê şehîd bû. Piştî lêdana destpêkê dema ku gel xwest biçe hewara birîndaran, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker careke din gel kire hedef û komkujiyeke mezin pêk anî. Di encamê de 11 welatiyên sivîl şehîd bûn, 6 welatî jî birîndar bûn. Herwiha cihê belavkirina kehrebê jî zirarek mezin dît.

Li herêma Dirbêsiyê 2 endamên nobedar ku nobeta embarên genim û cihên zîraatê digirtin şehîd ketin û li xeta Ebû Rasen jî şervanek me şehîd ketLi Kobanê di encama êrîşên hewayî yên berfireh de bi qasî ku hat tespîtkirin 3 welatiyên sivîl birîndar bûn. Gelek mal û milkên hemwelatiyan zirar dîtinDi van êrîşan de bi qasî ku hat zelalkirin zêdetirî 15 leşkerên rejîma Sûriyê jî jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya HSDê de tevî sersaxîxwestinê hatiye destnîşankirin ku ew dê herêmê û gelê çawa ku ji êrîşên DAIŞê parastina ji êrîşên Tirkiyê jî biparêzin û hatiye gotin, “Ev komkujiyên dewleta Tirk a dagirker wê bê bersiv nemînin. Di zeman û cihên guncav de wê bersivên bi bandor û pêwîst werin dayîn.