image

PeyamaKurd - Li navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, polîsên leşkerî yên Rûsî li benda hêzên artêşa Tirk bûn di çarçoveya rêkeftina Soçiyê de dewriyeyên hevbeş ên leşkerî pêk bînin, lê cara duyem hêzên Tirkiyê nehatin û dewriye nehat kirin.

Li gorî zanyariyên xwecihî hêzên Rûsî çend saetan li hêviya hêzên Tirk li gundê Şîrik ê rojavayê navçeya Dirbêsiyê man lê hêzên Tirkiyê nehatin û hêzên Rûsî careke din vegeriyan bajarê Qamişlo.

Piştî alozbûna rewşa Idlibê û pêşveçûna hêzên rejîma Sûriyê, rêkeftin û sozên di navbera Rûsya û Tirkiyê de jî ev demek e pêk nayên ku herî dawî îro li gorî nûçeyên dawî hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê dest bi êrîşa ser binkeyê rejîmê kirine.

Artêşa Sûriyê dibêje, ew heta komên çekdar ango terorîstan paqij nekin pêşveçûna xwe nadin rawestandin û Tirkiye jî dibêje, heger Rûsya hêzên rejîmê nede sekinandin ew dê bixwe êrîşî wan bikin.