image

PeyamaKurd – Li gorî dîmenên li ser medyayên civakî hatine belavkirin, Îranê hêzeke mezin a leşkerî ji bo tirsandina xelkê Rojhilatê Kurdistanê şandiye nav bajarê Sineyê.

Herwiha li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, hêzên Îranê di nav bajarê Sine de, bi motorsikletan digerin û dewriyeya dikin.

Hêjayî gotinê ye, şeva borî jî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên seranserî yên dijî rejîma Îranê hatin lidarxistin.

Li bajarên wekî: “Avdanan, Mescid Sulêman, Tehran, Îsfehan, Sine, Bokan, Yezid, Kirman” û hin bajarên din, rejîma Îranê hat protestokirin û peykerên sembolên rejîmê hatin şewitandin û ruxandin.

Ji destpêka xwepêşandanên meha Îlona 2022yan ên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ve, ligel kuştin, girtin û tundûtujiya hêzên Îranê jî hîn xwepêşandan dewam dikin.