image

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya ajansa Rûsî RTyê, çavkaniyekê ji herêma Nînowayê ragihandiye ku hêzeke Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bingeheke polîsên Iraqê li sînorê Parêzgeha Nînowayê xistiye jêr kontrola xwe ku rêveber û karmendên polîsan jî ji ber gefên kuştinê û fişara çekdarên PKKê xala kontrolê ji wan re hiştine û çûne.

Hat diyarkirin ku wê çavkaniyê daye xuyakirin, piştî vegerandina hejmareke malbatên awareyan bo nehiyeya Qehtanîye ya ser bi qeza ya Şengalê, roja Yekşema borî desthilatdarên ewlehîya parêzgeha Nînowayê bingeha polîsî ya wê nehiyeyê bi fermî vekiribûn.

Di nûçeya RT de hatiye gotin, piştî vekirina wê bingehê bi çend demjimêran, çekdarên PKKê bi ser bingehê de girtine û ji rêveberê bingehê re gotine, ‘heke tu dixwaze li vir bî tu dikarî ev şev wek mêvan bimînî, lê divê sibe vir bihêlî, heke jî razî nebî jî niha rabe here.’

Heman çavkaniyê gotiye, çekdarên PKKyê gefa wê yekê ji rêveberê bingeha polîs û karmendan kirine ku heke dernekevin wê serê wan jê bikin û ji ber van gef û fişaran rêveber û karmendên polîsan ew bingeh ji çekdarên PKKê re hiştine û çûne.