image

Peyama Kurd / Hêzek ji artêşa Amerîkî çû Şingalê. Çûna hêza artêşa Amerîkî di serê gelek kesan de pirs çêkirin. Di vê dema ku artêşa dewleta Tirk li nêzîkî Şingalê ye û dixwaze berê xwe bide Qendîlê, çûna hêza Amerîkî bal kişand ser xwe.

Di vê derbarê de Berdevkê Hêzên Koalisyona li dijî ÎŞÎDê Sean Ryan, agahdarî dan Rûdawê û sedema çûna Şingalê eşkere kir.

Sean Ryan, anî zimên ku hêza wan ji bo şerê li dijî ÎŞÎDê çûye Şingalê û got ku wê hêza wan li Şingalê bi cîh nebe.

Sean Ryan, her çiqasî dibêje wê hêza wan li Şingalê bi cîh nebe jî, nabêje wê hêza wan heta kengî li Şingalê bimîne û wê kengî terka Şingalê bike.