image

PeyamaKurd - Hevserokê PYDê Salih Mislim, li ser êrîşên balafirên şer ên Tirkiyê yên şeva borî ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyê ji Şehbayê heta Qendîlê her der kirine armanc û got, heger êrîşeke bejahî dest pê bike jî ji bilî parastinê ti çareya Kurdan nîne.

Salih Mislim, ji medya nêzîkî PKKê re gotiye “Di van êrîşên dawî de ji Şehbayê heta Qendîlê her der kirine armanc.  Balafir li her derê dixin.”

Salih Mislim daye xuyakirin: “Ne diyar e ku faşîzma Tirk a li ber sikratê wê çi bike. Êrîş dike, ziyanê dide. Ev jî ji ber bêhêvîtiya wê ye. Komploya wan a Stenbolê bi ser neketin, ti armanceke ku dixwestin bi dest nexistin. Cîhan dizane Soylu çawa ev komplo çêkiriye.”

Mislim, li ser daxuyaniyên Tirkiyê yên piştî êrîşa li Taksîm a Stenbolê jî got, “Faşîzma Tirk her tim hemû Kurdan weke dijmin nîşan dide. Bi êrîşên terorîstî dixwaze Kurdistanê vala bike. Bi êrîşan dixwaze wan bi dest bixe. Ev jî beşek ji wê ye.”

Hevserokê PYDê herwiha li ser îhtimala êrîşeke bejahî ya Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê jî got ku Kurd bajar û gundên xwe vala nakin û diyar kir, “Dagirkeriya bejayî dest pê dike, nake em nizanin. Heger dest pê bike, ji bilî parastina xwe ti çareya Kurdan nîne.”