image

PeyamaKurd - Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê salvegera 64em a avakirina yekem partiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bibîranî. Serpereştekî PDK-Sê ragihand ku asta ku niha tevgera Kurdî têre derbas dibe ne li gor daxwazên wane û niha dixebitin da li Binxetê mafên xwe garantî bikin.

Yekemîn partiya Kurdî li Sûriyê roja 14 Hezîrana sala 1957an de, ji aliyê  Osman Sebrî, Hemîd Hecî Derwêş, Hemze Niwêran, Reşîd Hemo, Dr. Xelîl Mihemed, Şewket Nesan, Mihemed Elî Xoce hat damezrandin. Navê wê jî Partiya Demokrata Kurdistan bû.

Divê rola Rewşen Bedirxan di avakirina PDK ê de nê jibîrkirin ji ber PDK berdewama xebatên dûr û dirêj yên rewşenbîr û siyasetmedarên Kurdên Binxetê ye.

Dema Dr. Nuredîn Zaza vegeriya Sûriyê, wan pêşniyar kirin ku ew bibe serokê partiyê û wî jî ew daxwaz qebûl kir. Tecrubeyên Dr. Nureddîn Zaza gelkî zêdebûn ji ber ew xebatkarekî Hawar, Ronahî û Radyoya Beryrûdê ya Kurdî bû. Demek nexweş di zîndanên Iraqê de derbas kiribû û hevalbendê Mîr Hac bû di zindana Bexdayê de.

Rêxistinên PDK-Sê roja Duşemê 14 ê Hezîrana 2021ê,  li navçeyên Koçer û Aliyan 64 em salvegera damezirandina yekemîn partî li Rojavayê Kurdistanê bi bîr anîn.