image

PeyamaKurd- Serokê tevgera Kurd û çar şoreşan Mele Mistefa Barzanî di sala 1979an de li Washingtonê di dema tedawiya wî ya nexweşîna pençeşêrê dihat kirin de, mixabin di 1ê adara heman salê de wefat kir. Îro roja bîranîna koça Mele Mistefa Barzaniye. Roja koça wî her sal li çar perçeyên Kurdistanê û li gelek deverên dinyayê tê bibîranîn.

Li Kurdistanê li Binxetê li bajarên Amûdê, Qamîşlo, Kobanî û Tirbesipiyê merasimên bîranînê hatin kirin. Di merasiman de behsa jiyana Barzanî hat kirin û li serê helbest hatin xwendin. Merasimên bîranînê ji aliyê ENKS ê de hatin kirin û di destpêka merasiman de bo Barzaniyê nemir û hemû şehîdên Kurdistanê bo yek deqeyekî rêzgirtin hatin kirin.

Di merasiman de behsa xizmeta Barzanî û jiyana wî hat kirin.