image

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê Dr. Saman Berzencî, bang li mamostayên ku navê xwe ji bo lêdana derziya Koronayê tomar kirine kir, da ku derziyê li xwe bixin.

Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê Dr. Saman Berzencî, piştî ku bi nûnerê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî li Iraqê Ehmed Ziwîtîn re civiya, bi daxuyaniyeke rojnamevanî de da zanîn, beşek mezin ji mamostayan navê xwe ji bo lêdana derziya Koronayê tomar kirine, lê serdana navendên lêdana derziyê nekirine. Loma em bang li wan mamostayan dikin, biçin derziya xwe lêbixin.

Herwiha Dr. Saman Berzencî destnîşan kir, niha heftane 100 hezar derzî digihîje Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Tenduristiyê eşkere kir, plana wan ew e, heta dawiya îsal derdora 3 milyon û 256 hezar kes bên derzîkirin.