image

PeyamaKurd - Şanda Bilinda a Danûstandinan a Hikûmeta Kurdistanê ji bo bigihe rêkeftinekê ligel hikûmeta Iraqê li ser pirsgirêkên herdu aliyan îro çû Bexdayê.

Berdevkê cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê, Semîr Hewramî ragihand ku şanda hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talebanî wê danûstandinan ligel berpirsên hikûmeta Bexdayê bike.

Semîr Hewramî bibîr xist ku ev cara sêyemîn e ku şanda Kurdistanê diçe Bexdayê û got, şanda han dê ji bo xilaskirina danûstandinên ku domahîka meha Nîsanê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê kiribûn, çûye Bexdayê.

Şanda Kurdistanê ji Qubad Talebanî û wezîrên darayî, karûbarên deverên Kurdistanî, elektirîk, plandanîn û çend berpirsên din yên hikûmetê pêk tê û wê bi serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û wezîrên pêwendîdar re li ser bûdce,  neft û mijarên din hevdîtinan bike.

Nêçîrvan Barzanî: Dem hatiye em bi têgihiştineke hevbeş pirsgirêkan bi yekcarî çareser bikin

Şanda Bilind a Kurdistanê sibe diçe Bexdayê