
PeyamaKurd – Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro bi armanca ku derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û hin mijarên din ên darayî de bi hikûmeta Iraqê re gotûbêjan bike, gihîşt Bexdayê.
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê bi wekalet Kemal Mihemed û Serokê Dîwana Encûmena Wezîran D. Omêd Sebah pêk tê.
Herwiha biryar e şanda Herêma Kurdistanê ku Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab serokatiya wê dike, li Bexdayê hejmarek civîn û hevdîtinan bi berpirsên hikûmeta Iraqê re pêk bînin û mijara sereke ya gotûbêjan jî mijara dubare destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo bazarên cîhanê ye ku ji roja Înê 24ê Adara 2023 ve û piştî biryara Dadgeha Navdewletî ya Odeya Bazirganî ya Parîsê hatiye rawestandin.