image

PeyamaKurd - Piştî civîna di navbera şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê li Silêmaniyê, Berdevkê Polîtburoya PDKê ragihand, tu astengiyeke teknîkî nîn e û bi wê yekê re ne ku hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de bê kirin.

Li gor zanyariyên jêderekî agahdar, di civîna di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê de, Goranê daxwaz kiriye bangeşeya hilbijartinan hefteyekê ta 11ê vê mehê bê paşxistin. Lê şanda PDKê pêdagirî li ser pêwîstiya birêveçûna hilbijarinan di dema xwe ya diyar de birêve biçe.

Şandeke PDKê serdana avahiya sereke ya Tevgera Goran li bajarê Silêmaniyê kir û li gel berpirsên pilebilind ên Goranê civiya. Piştî civînê Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed û Berdevkê Goranê Şoreş Hacî naveroka hevdîtinê di civîneke rojnamevanî de eşkere kirin.

Derbarê sedemê daxwazên Tevgera Goran a paşxistina helbijartinên parlamentoya Kurdistanê de Şoreş Hacî got, prensîba sereke yê Tevgera Goran pêkanîna helbijartinan a di dema xwe de ye û xwezî Herêma Kurdistanê xwedî wê destûr û saziyên bihêz ba ku di her mercekê de karîba helbijartin di dema xwe ya destûrî de pêk anîba.  Ji bo biryardayîna li ser helbijartinê jî Civata Niştimanî ya Tevgera Goran dê bicive.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemd jî ragihand: Em girîng dibînin ku nêzîkî hev bibin û xalên hevbeş de pêşketinekê çê bikin. Ji bo xalên cuda jî em dem bidin û guftûgoya zêdetir. Dibe li ser babetên niştimanî pirsgirêka me tine be, lê li ser çawaniya siyasetê pirsgirêk hene.

Derbarê paşxistina helbijartinan de jî got: Berê hate paşxistin û encamên wê baş nebûn. Buhara bûrî dema helbijartinê bû, lê wê demê hin aliyan daxwaza paşxistinê kirin, PDK jî razîbû. Lê piştre 30ê Îlonê 2018 bo hİlbijartinê hate diyar kirin. Bi pirs û nêrînên aliyên din ve ev roj hat diyarkirin û me jî baş dît. Niha bo hİlbijartinê hewa baş e û komîsyonê jî hemû karên xwe yên teknîkî bo hilbijartinê kirine.