image

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro sibehê şandeke bilind a Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi rêya deriyê Sêmalka ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bû.

Li gorî zanyariyan şanda ENKSê ji berpirs û endamê PDK-Sûriyê Mihemed Îsmaîl, endama Desteya Serokatiyê ya ENKSê Fesla Yûsiv, sekreterê Partiya Wekheviyê ya Demokratîk a Kurdî Nîmet Dawûd, sekreterê Partiya Islah a Kurd li Sûriyê Feysel Yûsiv û sekreterê Partiya Yekîtîya Kurdistanê-Sûriyê Silêman Oso pêk tê.

Tê çaverêkirin ku şanda ENKSê li Herêma Kurdistanê, derbarê danûstandinên li ser yekrêziya aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê û çend mijarên din hevdîtinan bike ku hewlên serokatiya Herêma Kurdistanê jî di wê mijarê de berdewam dikin.