image

PeyamaKurd – Di demek nêzîk de, wê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pişka budçeya Kurdistanê, serdana Bexdayê bike.

Endamê Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê Parlementerê Kurd Şîrwan Mîrza diyar kiriye, piştî Hikûmetên Kurdistan û Iraqê li ser pişka budçeya Kurdistanê gihîştin rêkeftinê, her du aliyan pêbendbûna xwe bi bicîhanîna wê rêkeftinê anîn ziman, lê heta niha mekanîzmek bo şandina pişka Kurdistanê nehatiye kifşkirin.

Hewiha Şîrwan Mîrza daye zanîn, ji bo destnîşankirina wê mekanîzmê, dê di demek nêzîk de şandeka Hikûmeta Kurdistanê, serdana Bexdayê bike.

Herî dawî Mîrza destnîşan kiriye, jixwe Hikûmeta Kurdistanê bi nivîskî amadehiya xwe bo şandina petrolê nîşan daye û Bexdayê jî pêbendiya xwe bo bicîhanîna rêkeftinê û şandina pişka budçeya Kurdistanê nîşan daye, ji ber wê jî ez pêşbînî dikim di demek nêzîk de wê Bexda, budçeya Kurdistanê bişîne.